Tevî agirbestê jî DYE’yê pêla êrîşeke nû pêk anî

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku dawiya hefteyê li başûrê Îranê sîstemên kontrolê yên balafiên bêmirov û radar hedef girtiye.

ÊRÎŞA DYE'YÊ

Rageşiya navbera DYE û Îranê bi daxuyaniyên êrîşê yên her du aliyan, gihişte qonaxeke nû. Şeva yekşemê daxuyanî hatin dayîn. Darbeyeke nû li agirbesta ku 8’ê Nîsanê kete meriyetê, hate xistin. Hevdîtinên dîplomatîk ên ji bo bidawîkirina şer jî, weke îşareta xitimînê hate nirxandin.

Dawiya hefteyê di çapemeniya Emerîkî de hate diyarkirin ku Washingtonê daxwazên nû pêşkêşî Tehranê kiriye. Vê yekê hêviya ji bo peymana ku di rojên dawî de xurt bûye, lewaz kir. Tevî daxuyaniyên erênî yên Serokê DYE’yê Donald Trump jî, tê diyarkirin ku navbera aliyan pêşketin çênebûye.

Rageşiya li sahê didome, Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) ragihand ku rojên şemî û yekşemê “bi armanca parastinê” êrîşên hewayî li ser başûrê Îranê pêk anîn. Ev êrîş bû pêla operasyonê ya sêyemîn.

Li gorî daxuyaniya CENTCOM, di bombebaranan de Girava Keşm a li Kendava Hurmuzê û navendên kontrolê yên balafirên bêmirov û sîstemên radarê yên li bajarokê Goruk hatin hedefgirtin.

Artêşa DYE’yê diyar kir ku balafireke Emerîkî ya bi tîpa MQ-1 ji aliyê Îranê ve hate xistin, lewma ev operasyon weke bersiva vê yekê pêk hat.

Mûhafizên Şoreşê yên Îranê jî piştî demek kurt daxuyanî da û ragihand ku artêşa Emerîkayê êrîşî baregeheke leşkerî jî kir. Lê têkildarî cihê baregeha hatî hedefgirtin, agahî nehat dayîn.

Li aliyê din, artêşa Quweyt jî ragihand ku welat rû bi rûyê êrîşên balafirên bêmirov û fuzeyan e.

Rêveberiyên Washington û Tehranê berê jî hevdû bi binpêkirina agirbesta 8’ê Nîsanê, sûcdar kiribûn.

Roja pêncşemê piştî êrîşên DYE’yê yên li ser başûrê Îranê, êrîşa li ser Quweytê jî sûcdariyên beramber ên navbera aliyan car din sor kiribû.

Pêngavên leşkerî yên beramber didomin, ev yek fikarê zêde dike ku car din li herêmê rageşî zêde bibe û hêviyên ji bo çareseriya dîplomatîk lewaz bibin.